Ji ber Coronayê 87 kesên din li Tirkiyê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 87 kesên din jiyana xwe ji dest da û jimara kesên bi vîrûsê mirine gihişt 812’an.

 Wezîrê Tenduristiyê yê dewleta Tirk Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên derbarê vîrusa Coronayê parve kirin.

Fahrettîn Koca, diyar kir ku di nav 24 saetan de ji ber vîrûsê 87 kes mirine û 4 hezar û 117 jî pê ketine.

li Tirkiyeyê heta niha jmara kesên bi nexweşiya vîrusa Coronayê ketine 38  hezaran derbas kiriye, ji wan 812 kes mirine.

Back to top button