Erdogan li vir êriş dikir û Nêçîrvan Barzanî li wir hevdîtin pêk anî

Li vir Erdogan bi balafiran êriş pêk dianîn, Nêçîrvan Barzanî li wir bi Erdogan re hevdîtin pêk dianî. Ev hevdîtina wan di vê demê de, rastî nerazîbûnên tund hat.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs mixabiniya xwe anî ziman û got:
“Em vî dîmenî bi çi rengî şirove bikin??? Rojnamevan Mihemed Drewş jî dibêje:
“Neçîrvan Barzanî bi hevdîtina xwe êrişên dewleta Tirk rewa kir û Erdogan pîroz kir.”

Mîna ku waliyekî Tirk pêşwazî bike, duh Erdogan li Enqereyê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.

Ev hevdîtin jî di heman dema êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê de pêk hat.

Rastiya siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li vir eşkere ye.

Li wir hevdîtin pêk dihat, li vir jî balafirên Tirkiyê sivîlên herêmê bombebaran dikirin.

Di encamê de, li Mexmûrê 2 sivîl, li Şengalê 3 û li Dêrikê 4 şehîd bûn.

Cenaveyên van şehîdan li erdê bûn, Neçîrvan Barzanî çû Qesra Erdogan û hevdîtin pêk anî.

Ji ber vê, ev hevdîtin bû cihê nerazîbûn û dilgiraniya gelek aliyan.

Ehmed Karamûs: Serdana Barzanî cihê mixabiniyê ye!

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs li ser hesebê xwe yê twîtterê nerazîbûn nîşanî vê hevdîtinê da.

Ehmed Karamûs got:

“Piştî êrîşa hovane ya bi dehan balafir li ser wargeha penaberan Maxmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê, em vî dîmenî bi çi rengî şîrove bikin???

Hemwextî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li koşka Erdoganê faşît hevdîtinê dike.

Ev yek cihê mixabîniyê ye!”

Mihemed Drewş: Bi vê serdana xwe Nêçîrvan ev êriş rewa kirin

Rojnamevan Mihemed Direwş jî li ser hesabê xwe yê twîterê bertek nîşanî vê serdanê da.

Mihemed Direwş diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ji ber bombebarana Şengal, Mexmûr û Dêrikê Erdogan pîroz kir û got: KDP ji ber êrişên li dijî Mexmûr, Şengal û Dêrikê xuyaye pir kefxweş bûye.

Ji kêfxweşiyê Nêçirvan Barzanî çûye Enqereyê.

Nêçîrvan Barzanî bi vê serdana xwe, ev êriş rewa kir.

Dema ku hîn cenazeyên Kurdan li erdê bûn, bi kujer re rûnişt.

Back to top button