Mîthat Sancar: Em ê bi rêya 3’yêmîn pergala desthilatdariyê teqez biguherînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser qeyrana aborî ya li Tirkiyê. Sancar, diyar kir her devera welêt veguheriye dojehekê û ev yek jî encama polîtîkayên şer yên desthilatdariyê ne. Sancar got em ê bi rêya 3’yemîn vê pergalê biguherînin û bi ser bikevin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî.

Sancar bal kişande qeyrana aborî ya li Tirkiyî û daneyên di demên dawî de hatine parvekirin.

Mîthat Sancar diyar kir di nava 20 salên dawî rewş tu carî ewqas xirab nebûbû.

Sancar, anî ziman her devera welêt veguheriye dojehekê û wiha domand:

“Ev yek, encama polîtîkayên zanebûn ên desthilatdariyê ne.

Ji ber ku ev desthilatdarî çavkaniyên welêt ne ji bo gel lê ji bo sermayedaran xerc dike.

Sedema qeyrana li welat ji ber nebûna demokrasî, hiqûq û edaletê ye”

Sancar anî ziman ku ewê pergala heyî teqez biguherînin û desthilatê têk bibin.

Mîthat Sancar diyar kir ku HDP wê bi Rêya 3’yemîn bi ser bikeve.

Back to top button