Belgrad: Divê Bakurê Kosova ji aliyê KFOR’ê ve bê parastin

Sirbistan dixwaze bakurê Kosova ji aliyê hêzên KFOR ve werin parastin.
Piştî aloziya demek dirêj ya navbera Sirb-Kosovayê de, ev pêşiyar ji aliyê hikumeta Belgradê ve hate kirin.

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic bang li Hêzên Aştiyê yên NATO kir ku pirsgirêkên ewlehiyê yên li bakurê Kosovayê çareser bikin.

Vucic balyozen Amerîka, Îngilistan, Fransa, Îtalya û Serokê Delegasyona Sirbistane ya Yekitiya Ewropaye (YE) Emanuele Giaufret li Belgradê peşwazi kir.

Li wir geşedanên dawîn ên li bakurê Kosovayê hate gotûbêj kirin.

Vucic li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ew ji bo welat ku di qonaxeke gelekî zehmet de ye, bi balyozan re hevdîtin kirine û wiha got:

“Min derbarê nêzîkatiya Sirbîstanê ya li hemberî bûyerên dawî de agahî da.

Divê mijarên ewlehiyê yên li bakurê Kosovayê were çareser kirin.”

Di 24’ê Îlonê de li bakurê Kosovayê di navbera hêzên ewlekariyê yê Kosova û koma çekdar a Sirp de şereke giran rû da.

Di encama şer de 3 sirbên li Kosovayê hatibûn kuştin.

Ji ber vê sibe li tevahiya Sirbîstanê şîna neteweyî hatiye ragihandin.

Di şerê heyî de polîsekî Kosovayê jî hatibûn kuştin.

Polîsên Kosovayê di şer de gelek çekên giran, wesayit û cebilxane desteser kirin.

Back to top button