LEYLA GUVEN 194 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê Leyla Guven, 194 roj in li dijî tecrîdê tevî hemû zehmetiyan li ber xwe dide. Tevî çalakiya grevê, çalakiya rojiya mirinê ya 30 girtiyan jî bi biriyar li dar e.

Li dijî tecrîdê berxwedan dewam e .

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 194’emîn de didome.

Çalakiya koma despêkê ya li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 156’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî di roja 81’emîn de berdewam dike.

BERXWEDANA LI DERVEYÎ ZINDANAN JÎ DEWAM DIKE

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN LI DAR E

Her wiha çalakiya grevê ya Rojiya mirinê ku 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kirî dewame.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê ku 30’ê Nîsanê despêkirî di roja 21’an de ye.

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, ev 10 roj in lidare.

Yekemîn çalakiya rojiya Mirinê ku li derve hatî despêkirin ya Merwan Memduh Ozdemîr a li Silêmaniyê jî di roja 7’an de didome.

MELETÎ: BERXWEDANA DAYÎKAN BERXWEDANEKE BIRÛMET E

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Meletî bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û got:

“Girîng e ku em vê pêngava berxwedan, girêdayîna wê ya bi şehîdan re çêbikin.

Heke bîr û baweriya şehîdan nebûya, wê ev têkoşîn ne hêsan bûya.”

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî diyar kir ku berxwedana dayikan a li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê bi rûmet e.

Leave a Reply

Back to top button