Îsraîl..Di êrişa li bajarê Elad de 3 kes hatin kuştin

Îsraîl careke din, bi êrişan deng veda. Li bajarê Elad êrişek pêk hat û herî kêm 3 kes hatin kuştin. Di êrişê de 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn. Hemas ya pesnê êrişê dayî êriş li xwe negirt.

Dijminahiya navbera Îsraîl û Filistîniyan careke din bû sedema mirina sivîlan.

Li bajarê Elad yê Îsraîlê êrişek pêk hat.

Çapemeniya Îsraîlî û şahidên bûyerê ragihandin ku 2 êrîşkeran bi kêr û bivir, êrişî sivîlên li parkeke li navenda bajêr kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de wiha got:

“Kêfxweşiya Roja Serxwebûnê ji nişka ve rawestiya. Li Eladê êrîşeke bi xwîn pêk hat ku dil û can hejand. Em ê teslîmî terorê nebin.”

Li gorî nûçeya Reutersê; Piştî êrîşa bi boneya Roja Serxwebûna Îsraîlê rayedarên herêmî bang li welatiyan kirin ku “li malên xwe bimînin”.

Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlî ji bo girtina êrîşkarên ku ji cihê bûyerê reviyan dest bi lêgerînê kirin û ekîbên ewlehiyê ber bi qada ku barîkat lê hatibû çêkirin ve hatin şandin.

Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûne.

Hemasê pesnê êrişê da lê berpirsyariya êrişê li xwe negirt

Koma çekdarên Hamas, yên ku Xezeyê birêve dibin keyfxweşiya xwe ya li ser êrişê anî ziman.

Hemasê êrîşa ku li Eladê pêk hat, wek bersivekê li hember kiryarên li Mizgefta el-Aksa qewimîn nirxand.

Tevî vê yekê jî Hemasê berpirsyariya, êrişê negirt ser xwe.

Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas ji bo şermezarkirina êrîşê got:

“Kuştina sivîlên Filistînî û Îsraîlî wê rewşê xerabtir bike.”

Blinken êrişa li bajarê Eladê şermezar kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken, doh di kongreyeke rojnamevanî de êriş bi tundî şermezar kir û got:

Em bi tundî “êrîşa hovane ya ku mirovên bêguneh dike armanc” şermezar kir.

Back to top button