Rêber Apo afrînerê diruşma “Jin, Jiyan, Azadî”

Li hemberî êş û azarên 5 hezar sal, jin careke din radibe û bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe radighîne. Rêber Apo cara yekê vê felsefeya vê dirûşmê ava dike.. îroroj jî ev dirûşme li cîhanê li hemberî sîstema desthilatdar tê qîrîn.

Ji serdema Sumeran bigire û heta roja îro zext, qirkirin û zordarî li ser jinan têye sepandin.

5 hezar sal e, baviksalar rastiya jinê reş dikin û ditepisîn in, lê nekarîn bigihên serî.

Helbet ev yek jî ji ber rastiya cewherê jinan di dîrokê de xwedî kok û stûn e..

12 hezar sal BZ di serdema neolîtîkê de, li rojhilata Navîn warê bereketê şoreşa jinê ya yekem, Jin xwedawend, Qiralîçe û Fermandar bûn..

Di wê pêvajoyê de, Belqis rêveberiya Yemenê, Zenûbiya Tedmur, Şeceret El Dur û Kleopatra Misirê bi rêve birine.

Qiralîçe Nefertîtî ku bi têgihiştina xwe siyasî tê nasîn jî rêveberiya Misirê kiriye.

Jinên Kurd jî di rêvebirina civaka xwe de xwedî statû bûn.

Carinan dibû qirlîçe û carcaran jî dibûn şah mîna Edûl Xan û Xanzad e.

Ev dîroka pêşengtî û rêveberiya jinan bi avabûna Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê re hîna xutir bû.

Rêber Apo rewşa jinan ji hemû aliyan ve, ji civaka neolîtîkê û şoreşa çandiniyê heta dîroka nûjen bi berfirehî lêkolîn û anlîz kir.

Û jin wekî jiyan û azadî nirxand.

Li gorî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan, diruşma ”Jin, Jiyan, Azadî” vedigere şoreşa çandinî û çanda civaka dayika xwedawend a ku li rêze çiyayên Torosê derketiye.

Ji ber vê rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da mijara rizgarkirina jinan û di vê der barê de

Rêxistin, perwerde, zanebûn, welatparêzî û parastin jî weke pirensîbên azadiya jinê pêşxistin.

Pê ve girêdayî partîbûn û artêşbûna jinan jî ava kir.

Ev dirûşm bi avabûna zanista Jin Jineolojî hîna zêdetir hate rûniştin.

Êdî ev nirxandin zemîna diruşmeyeke cîhanî ava kir ku li her deverê jin bi vê diruşmê li hemberî sîstemên serdest diqîrin.

Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dengê gelê Îranê kiriye yek

Niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji qada serhildanê têye bihîstin.

Rejîma Îranê di bin perdeya îslamperestiyê de qanûnên olî yên tund li ser jinan ferz dike..

Lewra kuştina jina Emînî di 17’ê Îlona 2022’an, rewşa tevahî jinên li Îranê îfade dike.

Pirsgirêk ne pirsgirêka cil û hîcabê ye, lê pirsgirêk binpêkirina azadî, tundî, zilm, êş û êşkenceyê ye ku li ser jin û civakê tê kirin.

Ji ber vê, diruşma ”Jin, Jin, Azadî” alternatîfa kirinên zilm, çewisandin û kuştina jinan li Îranê ye.

Vê dirûşmê deng û rêza gelê Îranê kire yek.

Back to top button