Artêşa Tirk gundê Mielek, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.

Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend satan gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Di encama vê topbaranê de agir bi kampê ket.

Lê heta niha ziyanên ku çêbûyîn nehatin zanîn..

Vê sibehê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi çekên giran tapbaran kiribû.

Back to top button