Dewleta Tirk herêma Metîna bi dijwarî topbaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên çiyayê Metîna ya di navbera navçeyên Dêrelok û Şêladizê de bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê herêmên nêzî malên welatiyan bombebaran kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, îro di saetê nîvro de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran li pey hev herêma çiyayê Metîna yê di navbera navçeyên Dêrelok û Şêladizê de bombebaran kir.

Heta niha der barê ziyanan de tu agahî nehatiye wergirtin.

Duh jî dewleta Tirk çiyayê Kurêjaro bi dijwarî bombebaran kiribû.

Ev dîmenên ku hun li ser ekrana jî dibînin yên topbarana dewleta Tirke…

Back to top button