koçberên Efrînê li Şehbayê li dijî êrîş û sûcên dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, meşek lidar xistin. Xwendekarên zanîngeha Rojava ya kantona Kobanê jî êrîş, şeremezar kirin. Meclisa Sûrî ya Pêşerojî jî banga rawestandina êrîşan kirin.

Bi dirûşmeya “Bi biratiya gelan em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û teror û fitneyê tune bikin” bi sedan ji koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker, meşek lidar xist.

Meş li goristana şehîdên komkujiya Til Rifet a li navçeya Fafînê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hate gotin ku:Armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxîne derve.

Xwendekarên zanîngeha Kobanê êrîş şermezar kirin

Xwendekarên zanîngeha Rojava ya Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li pêşiya zanîngehê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev demeke weke xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Suriyê wan dest bi însiyatîfa bi navê “Pêşeroj diaxive” kirine.

Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve xwest ku hemû gelên Mezopotamya di qirkirinê re derbas bike û niha jî bi rengekî hovane êrîşî Başûr Kurdistanê dike.

Di dawiyê de xwendekaran bang li hemû aliyên welatparêz kirin ku dem dema yekîtiyê ye.

Partiya Sûrî ya pêşerojê li Dêra Zorê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Ciwanên Partiye Sûrî ya Pêşerojê ya li Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê êrîşên hovanê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên parastina yên Medya û guhertina demografîk li Efrînê şermezar kirin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navnetewî kirin ku bi erkê xwe rabin û li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin.

Back to top button