HPG: Di çalakiyên dawî de zêdeyî 20 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa dewleta tirk a dagirker ku li herêma Heftenînê dest bi oparasyona dagirkeriyê kiriye, ji gerîlayan derbên giran dixwe. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên dawiyê de, zêdeyî 20 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û şerê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê ya gerîlayan a li dijî tevgera dagirkeriya Tirk li ser Heftenînê de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê;

18’ê Hezîranê gerîlayan li dijî yekîneyên artêşa Tirk ku hewil dan xwe bigihînin ser Girê Şehîd Adar, çalakî kirin û yekîneyên dijmin neçar man xwe vekişînin.

Hêzên dagirker ên derb xwarin bi balafir û helîkopterên şer nîvê şevê bombe li Girê Şehîd Adar û derdora wê barandin.

Gerîlayan heman rojê li dijî yekîneyên dijmin ên hewl dan li Girên Şehîd Adar û Şehîd Sîpan bi pêş ve biçin çalakiyên xurt ên sabotajê kirin.

Gerîlayan li helîkopterên artêşa Tirk xistin ku hewl dida leşkeran deyne ser Girê Qesrokê.

Di hman demê de li qada Dola Mazî li dijî helîkopterên dagirkeran ên hewl didan bi pêş ve biçin, gerîlyan derb lê dan û helîkopterên dagirkeran neçar man vekişin.

19’ê Hezîranê helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin ser Girgê Kartal ê li qada Bektoryayê bûn hedefa gerîla û neçar man ji herêmê vekişin.

Gerîlayan heman rojê yekîneyên dijmin ên li qada Partîzanê hewl didan ji Girê Şehîd Hemze derbasî qada Qesrokê bibin, kontrol kirin û çalakiyeke xurt li dijî wan kirin.

Di van çalakiyan de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê ragihand ku gerîla Egîd û Mazlûm li qada Tepê Dûpişkê heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Back to top button