Li Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê lehî rabû

Li Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û jimerek kes windayî ne.

Li Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber baranê lehî rabû.

Gelek mal, dikan, avahiyên fermî, rê, pir û tunel di bin avê de man.

Li navçeya Halîliyeyê ya Rihayê Xaçerêka Abîde jî di bin avê de maye.

Dema ku îtfaiyeyê xwest wesayîtekê rizgar bike, ew jî ket ber avê.

Hat diyarkirin ku tevî xebatkarên îtfaiyeyê 6 kes û gelek wesayît asê mane.

Tunela di hundir Xaçerêka Abîde tijî herî bûye û ketin û derketin ne mumkun e.

Ev xaçêrek otobana Riha û Dîlokê bi hev girêdide.

Gelê Rihayê ji ber ku tedbîr nehatine girtin li hemberî rêveberiyê bi hêrs in.

Back to top button