QSD: Divê Koalîsyona Navneteweyî desteka xwe ji hêzên me re dewam bike

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bal kişand ser têkoşîna li dijî çete û şaneyên DAIŞ’ê û destnîşan kir ku divê dadgeheke navneteweyî ji girtiyên DAIŞ’î re were avakirin û got:
Divê Koalîsyona Navneteweyî desteka ewlehî, îstixbaratî û dîplomatîk bidomîne.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê têkoşîna li dijî çete û şaneyên DAIŞ’ê, her weha alîkariya Koalîsyona Navneteweyî di aliyê ewlehî, îstixbaratî û dîplomatîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin;

“QSD şerê li dijî şaneyên terorîst a DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di pêngava yekemîn a tunekirina DAIŞ’ê de em bi ser ketin û me derfeta wê tune kir ku hêza xwe xurt bike û şaneyan têxe nava tevgerê.”

Fermandariya QSD’ê diyar kir ku hêzên wan operasyonên leşkerî û ewlehiyê yên serkeftî li gundewarên Dêrazor, Hesekê û Reqayê pêk anîn û hewldanên wê yên vejandinê têk birin.

Fermandariyê anî ziman ku her kes baş dizane rêxistina terorîst piştî binketina wê li Baxozê taktîkên xwe yên leşkerî û şêwazê êrişên xwe yên terorîst guherand û xwe spart şane û komên terorîst ên biçûk û veşartî li herêmên ku sivîl lê dimînin da ku wan yekser bike hedef.

Di daxuyaniyê de wiha hat dewam kirin,

“Bi vê yekê xetereyekê li ser aştî û ewlehiya li herêmê û cîhanê çêdike û gefan li jiyana bi milyonan kesan dixwe.

Divê aliyên navneteweyî û di serî de hevalbendên me yên Koalîyona Navneteweyî girîngiyê bidin zêdekirina koordîne û hevkariya di hemû aliyan de.”

Fermandariyê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka girtiyên DAIŞ’î di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dozeke sereke ye û got:

“Em piştrast dikin ku divê dadgeheke navneteweyî li herêma me were avakirin ku kesên sûc pêk anîne werin darizandin.”

Fermandariya Giştî ya QSD’ê anî ziman ku nirxên sereke yên QSD’ê ku cîhanê ji xeterî û terora DAIŞ’ê xelas bike û weha bi dawî kir:

Em soza xwe bi têkoşîneke xurt ji bo tunekirina dawîn a DAIŞ’ê nû dikin.

Divê Koalîsyona Navneteweyî jî desteka ewlehî, îstixbaratî û dîplomatîk berdewam bikin.

Back to top button