HPG: Li Heftenîn, Avaşîn û Xakurkê 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hember êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê ragihand li herêmên Heftenîn, Avaşîn û Xakurkê 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek çek û çerên dagirkeran jî hatin rûxandin. Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk li herêma Avaşînê çeka kîmyawî ya bi rengê kesk bikaranî.

Gerîlayên Kurdistanê rojane bi çalakiyan bersiva êrîşên artêşa Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke niviskî weşand.

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê derb li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin 27’ê Hezîranê Hêzên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan li dijî dagirkerên li ser Girê Qesrokê yê bi ser qada Partîzan çalakiyek lidarxistin.

Hat gotin di vê çalakiyê de çepera çeka A-4 hate hedef girtin û 2 leşkerên di nava çeperê de hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin.

Hat diyar kirin 26’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan bi du baskan çalakî hatin kirin.

Hat gotin di encama van çalakiyan de 12 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek çek û çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin. HPG’ê da zanîn dagirkeran nîvê şevê cenazeyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

HPG: Artêşa Tirk li Avaşînê çeka kîmyawî ya bi rengê kesk bikaranî

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê jî li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 26’ê Hezîranê dagirkeran bi bombeyên gaze tûnelên şer yên li qada Werxelê bombebaran kirin.

Hat gotin heman rojê li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperên şer yên li qada Girê Sor çalakî hate lidarxistin û ev agahî hate parvekirin;

“Şerê ku li vê derê qewimî heta êvarê dewam kir. Dagirkerên ku nikaribûn encamê bi dest bixin bi teqînên mezin û bi bombeyên gazê êrîşî tûnelên şer kirin. Dagirkeran li vê derê çeka kîmyawî ya bi rengê kesk bikaranîn.”

HPG’ê diyar kir 27’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku li qada Girê Sor ketibûn nava tevgerê çalakî hat kirin. Hat gotin di vê çalakiyê de jî 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevgeran helîkopteran jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 26’ê Hezîranê qada Qela Qumriyê a Herêma Metîna bi balafirên şer hat bombebaran kirin û li ser herêmên Zap û Avaşînê jî tevgera helîkopteran pêk hat.

HPG: Fermandar zerdeşt li eyaleta xerzanê şehîd bû

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya yek ji fermandarên Gerîla Zerdeşt Navdar ku 14’ê Hezîrana 2021 li eyaleta Xerzanê şehîd bûye eşkere kir.

HPG’ê ji malbata fermandar Zerdeşt û gelê Kurd re sersaxî xwest û diyar kir bîranîn û xeyalên wî wê heta serketinê di meşa têkoşîna azadiyê de bê jiyandin.

Back to top button