TAJÊ êrişên li ser Şengalê û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Têkildarî êrişên dawî yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û ragihand ku êrişên dijmin nikarin civaka Êzidî ji doz û baweriya wê dûr bixin. Her wiha Serokê Tevgera Mafan ya Iraqê jî bang li serokwezîrê Iraqê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya axa Iraqê, bikeve tevgerê.

Derbarê êrişên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê daxuyanî û nerazîbûn derdikevin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

TAJÊ: Zarokekî Êzidî jî bimîne em ê dest ji axa Şengalê bernedin

“Ew ê wek jinên Êzidî heya dawî li pişt hêzên xwe bin û Şengalê bi hev re biparêzin.

Her wiha TAJÊ bêhelwestiya hikumeta Iraqê jî şermezar kir û got: “Heta zarokekî Êzidî bimîne ew ê dev ji axa Şengalê bernedin.”

Back to top button