Endam û rêveberên Halkevlerî ku zêxt û êrişên dewletê ya li dijî piştevaniya gel, protesto kir. polîsan êrişî çalakiyê kir û 8 kes kirin binçavan.
Doh Cîgirê walîtiya bajarê Hatayê û polîsên pê re bi ser navenda piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê ya li Parka Sevgî ya li navçeya Defneyê de girtin.
Endam û rêveberên Halkevlerî ya Şaxa Stenbolê xwestin li dijî vê serdegirtinê biryara girtina navendê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.
Polisan dor li wan girtin û daxuyaniya wan asteng kirin..
Cîgira Seroka Giştî ya Halkevlerî Zeynep Çelîk jî di nav de bi dehan endamên Halkevlerî gotin,
“Ne erdhej, ev komkujiyek e” û nerazîbûn nîşan dan.
Polîsan xwe li çalakiyê ranegertin û êriş kirin.
Di êrişê de 8 çalakvan bi lêdana polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin.
Di kêliya binçavkirinê de, rojnamevanên ku dîmen û wêne digirtin jî rastî lêdana polisan hatin.