Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Hewlêrê di panelekê de bang li PDK’ê kir û got: ” Werin em li Bexdayê pirsgirêkan çareser bikin, di navbera PKK’ê û Tirkiyê de aştiyê çêkin û alîkarê birayên xwe yên rojava bibin.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî îro beşdarî panêla ku li Hewlêrê pêk hat bû.
Talebanî di panelê de li ser hin mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê axivî û got: “Bila PDK were em pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin û alîkariya birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ku her roj di jêr zext û bombebaranê de ne bikin..”
Talabanî: Em dikarin bi Bexdayê re danûstandina bikin û ew amade ne
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî her wiha anî ziman: “Werin em ji bo navbênkariya nava PKK’ê û Tirkiyeyê de kar bikin û li şûna alên partiyan hildigrin, em ala Kurdayetiyê hilgirîn. Em bihevre dikarin van tiştan bikin.”
Her wiha Bafil Talebanî li ser danûstandina wan bi Bexdayê re jî ev yek got:”Bexda amadeye li gel me lihev bike, ew dibêjin em ê erkên xwe bicih bînin û hun jî erkên xwe bicih bînin.