
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Bekir Elo jî li dijî vê dorpêça li ser herdu taxan dibêje:”Bi israra gel a di berxwedanê, siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk têk çûn.”
Bekir Elo diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker siyasetên plankirî li dijî kantona Şehbayê dimeşînin û rêbazên cûda bi kar tînin û got:
“Armanca wan ji van kirinan ew e şêniyên herdu taxan tengav bikin û herêmê vala bikin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Bekir Elo bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên pêwendîdar ên mafên koçberan kir ku erka xwe li hember kampên koçberan pêk bînin.