Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re gelek nerazîbûn bixwere anî.
Berpirsekî Pêşmergeyên Dêrîn dibêje:
Tirkiyeyê dixwaze mala kurdî bi destê PDK’ê xera bike.
Cîgirê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê yê Soran Omer Daruselamî diyar kir ku
“Tirkiye dewletek mezin a herêmê ye û endamê NATO’yê ye, ew zextê li herêmê dike, lê divê aliyên siyasî yên Kurdistanê nekevin bin bandoriya siyaseta wê de û bi taybet PDK.”
Omer Daruselamî diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê êrişî Başûrê Kurdistanê dike lê belê êrişî Rojava jî dike û li Bakur jî rêveberên HDP’ê, serok û endamên şaredariyan digire.
Armnca wî tenê kurdin.