
Ji destpêka salê û heta niha bi dehan car dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî deverên herêmê kirine.
4 mehan bênavber gundên Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê hatin topbarankirin.
Di van êrişan de ji bilî ziyanên madî; 2 kes şehîd û 18 welatî jî birîndar bûn.
Ji destpêka salê û heta niha bênavber dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî deverên herêmê dikirin.
Ji navçeya Zirgan û Til Temirê, Eyn Îsa jî di nav de, heta bi Şehba û gundên wê rojane rastî êrişan dihatin.
Taybet herdu hefteyên dawî asta van êrişan zêde bû û gelek ziyan li peya xwe hiştin.
Ajansa Hawarê bîlançoya 4 mehên dawî yên êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên dagirker eşker e kir.
Li gorî wê,
Meha Çileyê dewleta Tirk 8 caran li ser gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê, êriş pêk anîn.
Di van êrişan de, 2 welatî bîrîndar bûn, xeta kehrebê ya 66 a Til temirê zirar dît û avahiya meclisa navçeya Zirganê jî hat topbarankirin.
Meha Sibatê jî van êrişan dom kir.
Di vê mehê de tevî êrişên li dijî QSD û Meclisên Leşkerî yên li herêmê, hêzên hikumeta Şamê û noqteyên hêzên Rûsî jî hatin bombebarankirin.
Dewleta dagirker li dijî gundewarê Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê 6 caran bi dehan gund topbaran kirin.
Di vê topbaran de, 2 şervan, jinek û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûn û mal û milkên sivîlan jî zirar dît.
Meha Adarê jî li Til Temirê hêzên rejîmê li dijî Meclisa leşkerî ya Til Temirê êrişek pêk anîn.
Di encamê de 2 şevan şehîd bûn û yek jî birîndar bû .
Ji leşkerên rejîmê jî 2 hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Meha li pey ya Nîsanê, jinûve êrişên dijwar ên Tirkiyê û çeteyên xwe dest pêkirin.
Di vê mehê de êrişên li ser herêmê zêde bûn.
Li gundewarê Zirganê 3 şervan û 8 sivîl birîndar bûn.
Stasyona kehrebê ya Til Temirê hat topbarankirin û ji xizmetê derket.
Ziyanên madî jî li mal û milkên welatiyan bû.
Bi êrişên rojane dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû dike û hewl dide herêmine din dagir bike.