Paula Martînez: Tecrîda dijî birêz Ocalan pêşî li pêvajoya çareseriyê digire

Yek ji parêzerê heyeta tecrîdê ya navneteweyî Paula Martînez da zanîn ku tecrîd li dijî rêber APO dijî hemû kesên têkoşîna azadiyê dide ye û got: “Heta ku Birêz Ocalan li Îmraliyê bê girtin, avakirina riyeke aştiyane ne pêkan e.”

Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Bi daxwaza hevdîtinê her hefte Malbat û parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan lê tevî vê bi hincetên ‘cezayê dîsîplînê’ daxwaz hatin redkirin.

Li gel vê CPT jî rapora Îmraliyê ya şandiye Tirkiyê hîna eşkere nekiriye.

Yek ji parêzerê heyeta tecrîdê ya navneteweyî Paula Martînez der barê tecrîda giran û helwesta saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîdê nirxandin kir.

Paula da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin pêşî li pêvajoya çareseriyê digire û got:

Ev tecrîd nîşan dide ku Ocalan li ser gelê Kurd glek bi bandore.

Paradîgmaya wî ya siyasî ya der barê Rojhilatê Navîn de ji ji aliyê gelek nûnerên siyasî yên welatên cuda piştgiriyê dibîne.

Ji ber vê jî astengkirina hevdîtinan, astengkirina pêşketina pêvajoya çareseriyê ye.

Paula daxuyakirin ku li Tirkiyê hiqûq bi giştî ji holê rabûye û bi tecrîdê hemû aliyên têkoşîna azadiyê didin tên cezakirin û wiha domand:

Dema mirov li van qadan dinêrin binpêkirina mafan aşkera tê dîtin. Hemû kesên têkoşîna azadiyê didin dibin hedef.

Girtina birêz Abdullah Ocalan veguhertine lîstikekê.

Qada navneteweyî jî ji ber berjewendiyên xwe bêdeng e.

Tirkiye vê rewşê wek riya cezakirina tevgera Kurd bi kar tîne.

CPT hat Tirkiyê û dibêje rapora wan ancax welat li hev bikin dikare bê aşkerakirin.

Belê pêk nehatina xalên CPT’ê zirarê dide baweriya bi CPT’ê.

Paula Martînez: Heta birêz Ocalan li Îmraliyê be aştî pêk nayê

Paula Martînez bi lêv kir ku ger riyeke nû bê avakirinê ev ji Îmraliyê derbas dibe û wiha bi dawî kir:

Heta ku birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtîbe, riyeke aştiyane nikare bê avakirin û ev ne pêkane.

Ez bang dikim ku bila tu kes nebe hevkarê vê pêkanîna dijmiovahî.

Back to top button