Salvegera 5’emîn a şehadeta Barîn Kobanê

Îro salvegera 5’emîn a şehadeta Barîn Kobanê ye.
Şehîd Barîn Kobanê bi têkoşîna xwe dîrokek têr û tijî li pêy xwe hişt.
Niha jî bi hezaran Barîn li pey şopa wê ne û mîrateya ku li dûxwe hiştiya diparêzin.

Dîroka şoreşa jinan bi navên jinên Kurd ên ku ji tevahî jinên cîhanê re bûn pêşeng, tijî ye.

Wek şehîd Zeyneb Penaber, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Arîn Mîrkan, Leyman Şiwêş, Yusra Derwêş, Zeyneb Mihemed, Nûdem Wan, Yadê Eqîde, Vejîn Jiyan, Zehre Berkel, Emîne Weysî, Hebûn Mela Xelîl, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Barîn Kobanê jî yek ji wan jinan e.

Şehîd Barîn di 1’ê Sibata 2018’an de şehîd bûye. Îro jî salvegera 5’emîn a şehadeta wê ye.

Barîn Kobanê bi têkoşîna xwe bû sembola berxwedana serdemê

Barîn Kobanê bi lehengiyeke mezin di Berxwedana Serdemê de cih girt.

Barîn bi ruhê fedakarî û têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiyê di nav hevrêyên xwe de dihat naskirin.

Her wiha bi berxwedaniya xwe ya li hember êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bû sembol û li navçeya Bilbilê ya Efrînê şehîd bû.

Çeteyan ji bo vîna jinên berxwdêr bişkînin cenazeyê şehîd barîn teşhîrkirin û li ser medyayên dîjîtal belav kirin.

Li hember vê dîmenê hêrseke mezin hat nîşandan û banga hesabxwestina ji sûcdaran hat kirin.

Heta niha jî çeteyên ku sûc li dijî şehîd Barîn û şêniyên Efrînê kirine nehatine cezakirin.

Lehengiya jinên wekî Barîn Kobanê destkeftiyên gelê Kurd parastine

Lê belê lehengiya Barînê, berxwedana Zeynebê, fedakariya Arîn û Avestayê, têkoşîna Hevrîn, îradeya Jiyan, îsrara Zeyneb û Leyman û Yusrayê hişt destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên parastin.

Rêxistinkirina yadê Eqîde û perwerdeya Zehreyê vala neçû.

Îro bi hezaran jinên ciwan li ser şopa wan jinên pîroz in, soza tolhildan û pêkanîna armancên wan dane.

Back to top button