Ji ber têkliyên bi Îsraîlê re Wezîra Karê Derve ya Lîbya ji erk hat girtin

Li Lîbyaya bi salane krîza siyasî lê heyî, careke din rewş aloz dibe.
Ji ber têkliyên bi Îsraîlê re, li nava Lîbya xwepêşandan pêk hatin.
Li ser vêyekê, Wezîra Karê Derve ya Lîbya El Mengûş ji erk hate girtin.

Serokwezîrê Lîbyayê, Wezîra Karê Derve Necla El-Mangûş ku bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlî re hevdîtinek nefermî pêk anîbû ji erk girt.

Hevdîtina Manguş bi Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Elî Cohenm, rerastî hêrsa Lîbyayiyan hat.

Elî Cohen hevdîtina bi El Mengûş re weke pêngava yekemîn a dîrokî ya avakirina pêwendiyê bi nav kir.

Îsraîl dixwaze bi welatên Erebî û yên bi giranî Misilman ku Lîbyaya di warê petrolê de dewlemend jî têkliyên xwe baş bike.

Lê meclisa serokatiyê ya Lîbyayê ku sê herêmên cuda yên welêt temsîl dike, ragihand ku normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê re neqanûnî ye.

Wezîra Karê Derve El Menguş bi xiyanetê tê sûcdarkirin

Di dema ku Ofîsa Serokatiyê ya li Meclisê El Manguş bi xiyanetê sûcdar kir de, Serokwezîr Ebdulhamîd Dîbeybe li dijî Wezîra Karê Derve lêpirsîn da destpêkirin.

Cohen got;

Ew û Manguşî di çarçoveya lûtkeya li Romayê hat kirin de bi tesadufî civiyane.

Di civînê de, “potansiyela mezin a têkiliyên herdu welatan hat gotûbêjkirin.”

Cohen anî ziman ku wan li ser girîngiya alîkariya Îsraîlê di karûbarên mirovî, çandinî, parastina avê û parastina mîrata cihûyan li Lîbyayê gotûbêj kirin.

Ji aliyê din ve Wezareta Karê Derve ya Lîbyayê îdia kir ku El Mengûş hevdîtina bi nûnerên Îsraîlî re red kiriye û tişta ku bûye “hevdîtineke ne amade û plankirî” ya Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha teqez li ser wê yekê hat kirin ku di hevdîtinê de ti mijar nehatiye gotûbêjkirin, lihevkirin û danûstandin nehatine kirin.

Hemwextî vê yekê, Meclisa Nûneran a Lîbya ku li Tabrukê ye bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê îşev bi rewşa awerte bicivin.

Li paytexta Lîbya Trablûs û bajarên din xwepêşandan pêk hatin

Piştî nûçeya civînê li paytext Trablûs û hin bajarên din xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de rê hatin girtin, lastîk hatin şewitandin û alayên Filistînê ji aliyê xwepêşandêran ve hatin daliqandin.

Li gel hikumeteke demkî ya navneteweyî ya ku li Trablusê tê naskirin û desthilatdariyek dijber li rojhilat, Lîbya bi salan di nava krîzê de ye.

Hewldanên Îsraîlê yên ji bo danîna têkiliyên dîplomatîk bi welatên Ereb û Misilman re, bi Peymana Îbrahîm a 2020’an re dest pê kir.

Îsraîl heta niha bi Îmarat, Bahreyn, Sûdan û Fasê re têkilî daniye.

Back to top button