Agir bi hin zeviyên Til Temir û rojavayê Kobanê ket

Îro ji ber sedemên cuda, agir bi zeviyên genim yên li Til Temir û rojavayê bajarê kobanê ket. Bû sedema şewata bi dehan donim erd.

Li gundê Til Koran ê girêdayî Til Temirê ji ber temasa kehrebê hindirê derasê de, agir bi zeviyê genim ket.

Erdekî 5 donim genim û derase şewitî.

Karmendên agirkuj û komîteya lezgîn a şaredariya Til Temirê ji bo kontrolkirina agir mudaxele kirin.

Berî ku agir belav bibe, agir ji aliyê tîmên agirkujê ve hat vemrandin..

Her weha, li rojavayê bajarê kobanê jî agir bi zeviyên genim ket..

Gorî nûçegihanê me ragihand, 2 şimil Erd ango 20 donim şewitî.

Back to top button