Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 73 kesên din bi Vîrûsa Corona yê ketine.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku 38 mêrin û 35 jinin bi Coronayê ketine.
Mustefa destnîşan kir ku 2 kesên bi Corona ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan, jimara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilayê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 672 kes.
Ji wan 717 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 778 kes jî baş bûne.