Çalakgerên Nobeta Edaletê banga rakirina tecrîdê dikin

Çalakiya greva biçîbûnê ya girtiyan û nobeta edaletê ya xizmên girtiyan bi îrade û hêviyên mezin didome.Xizmên girtiyan diyar kirin ku heta Rêber Apo Azad nebe civak jî azad nabe û banga piştevaniyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 49’an de didome.

Çalakiya malbatên girtiyan jî bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya li Edeneyê bi serdanan di roja 41’ê de dewam kir.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Abdulah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 33 roj in bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û bi serdanan dewam dike.

Li Amdedê jî Nobeda Edaletê ket roja 42’an.

Di çalakiya Nobeta Edaletê de jin qala têkoşîn û çîroka xwe kirin.

Dayika girtî Îbrahîm Tîkan, Leyla Tîkan derbarê grevan de axivî.

Leylî Tîkan daxwaza rakirina tecrîd û zexta li ser Gelê Kurd kir û diyar kir ku heta tecrîd li ser rêber Apo neyê rakirin li ser girtiya jî nayê rakirin.

Leylî Tîkan di dawiyê de got, divê demildest malbat û parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Çalakgerên Nobetên Edaletê: Em azadiya Rêberê xwe dixwazin

Back to top button