Fransa xwe amade dike ku abaya li dibistanan qedexe bike

Li Fransayê tê plankirin ku li dibistanan lixwekirina kincên hîcabê yên bi navê abaya qedexe bikin.
Wezîrê Perwerdehiyê Attal diyar kir ku wê di demek nêz de şeklê cil û bergên nû ji dibistanan re bê şandin.

Dibistanên li Fransayê plan dikin ku ebaya (abaya) cilê perdeyî yê mîna hîcabê qedexe bikin.

Wezîrê Perwerdehiyê Gabriel Attal êvara Yekşemê ji TF1 re got,

“Êdî abaya tune.”

Wezîrê Fransî qedexeya lixwekirina abayê weke biryareke “pêwîst û dadmendane” nirxand.

Wezîrê Perwerdehiyê Attal diyar kir ku beriya dibistan di 4’ê Îlonê de bên vekirin wê cil û bergên nû ji rêveberiya dibistanan re bê şandin.

Abaya cil û bergên jinan e ku laş ji milan heta bi lingan digire, bi piranî li welatên wekî Bakurê Afrîka, Nîvgirava Ereban, Îran û Misirê li xwe tê kirin.

Li Fransaya ku welatekî laîk e ku ol û karûbarên dewletê bi tundî ji hev cuda ne, di van demên dawî de nîqaş tên kirin ku ji ber cewhera xwe ya olî divê ev cil li dibistanan bên qedexekirin.

Li Fransayê, li gorî qanûna ku di sala 1994’an de hat derxistin, destûr hat dayîn ku sembolên olî li dibistanan bi rengekî nediyar xuya bibin.

10 sal şûnde li dibistanan sermayê bi temamî hat qedexekirin.

Lê belê, kipa (kumên biçûk yên yahudî bikar li ser serê xwe didênin) û xaç ne di nav qedexeyê de ne.

Di sala 2010’an de, li Fransayê li cihên giştî girtina rûyê bi perdeyê hate qedexekirin.

Li gor texmînan li Fransaya ku nifûsa wê 67 milyon e 3,5 heta 6 milyon misilman hene.

Back to top button