Dema Nîjer ji bo derketina balyozê Fransa ji welat dayî bi dawî bû

Cûnta leşkerî ya li Nîjerê rêveberiya welat bidest xistî, hebûna Fransa li welêt naxwaze.
48 saetên ku Nîjerê dabûn Balyozê Fransa yê li Nîameyê ku ji welêt derkeve, bidawî bû.
Rêveberiya Parîsê jî dibêje, ew cûnteya leşkerî nasnaeke û wê balyozê xwe ji Nîjerê nekişîne.

Cûnta leşkerî ya Nîjerê ji bo derketina Balyozê Fransa Slyvain Itte ji paytextê derkeve 48 saet dem diyar kiribû.

Ev dem jî bi dawî bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li derdora Balyozxaneya Fransayê ya li Nîameyê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî herêmê bibe.

Fransa ragihand ku ew biryara rêveberiya leşkerî nas nakin û wê Itte li Nîjer bimîne.

Hat diyarkirin ku ger Itte ji welêt dernekeve dibe ku ceyran û ava rûniştina balyozxaneyê bê qutkirin.

Rêveberiya leşkerî ya ku 26’ê Tîrmehê li Nîjerê hat ser kar, ragihand ku 5 peymanên hevkariya leşkerî yên bi Fransayê re hatibûn îmzekirin, betal kirin.

Li nîjerê cûnta leşkerî li ser kar e

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Ji cûnta leşkerî a Nîjerê destûra bo Malî û Burkîna Faso

Back to top button