Li Elmanyayê Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk partiya çep ala YPG bi avahiya xwe ve kir

Li Elmanyayê Partiya Çep ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker yên dewleta Tirk û piştgiriya Rojava, ala YPG bi avahiya navenda xwe ve kir.

Li Elmanyayê ji partiyên muxalefetê Partiya Çep ango Die Linkê, ji ber hikûmeta Elman tevî nerazîbûnên partiyan û rayagiştî çekan difiroşe dewleta Tirk, bi ala YPG li dijî vê nerazîbûn nîşan da.

Partiyê li paytext Berlînê li avahiya navenda xwe ya giştî pankata bi nivîsa “Ji bo Azadiyê. Elmanya bila piştgiriya xwe ya ji şerê Erdogan re bi dawî bike” daleqand.

Tevî pankartê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrîşên dagirker yên dewleta Tirk aleke mezin a YPG jî hate daleqandin.

Partiya Çep ku li parlamenê xwedî 69 endaman e ji destpêka êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ve dixwaze ku hikûmeta Merkel bi Tirkiye re têkîliyên xwe yên aborî, siyasî û çekdarî rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button