Ji cûnta leşkerî a Nîjerê destûra bo Malî û Burkîna Faso

Cûnta leşkerî ya Nîjerê hewil dide ji welatên cîran piştevaniyê bigre.
Piştevaniya herî xurt ya bo Nîjerê jî ji Bûrkîna Faso û Malî tê.
Herî dawî Nîjer di rewşa destwerdanek li ser xaka welat de, destûr da herdu welatan ku derbasî xaka welat bibin.

Nîjer destûr da Burkîna Faso û Malî ku li dijî destwerdana leşkerî ya gengaz a Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) têkevin sînorên wê.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Nîjerê Oumarou Îbrahîm Sîdî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya bo televziyona dewletê de hate dayîn de wiha hat gotin:

Di rewşa êrişek li dijî Nîjerê de, destûra derbasbûna xaka welat ya Burkîna Faso û Malî hatiye dayîn.

Em bi îmzekirina vê peymanê kêfxweşin.

Wezîrê Karê Derve yê Malî Abdoulaye Diop û Wezîra Derve ya Burkîna Faso Olivia Rouamba duh serdana Niameyê kirin.

Wezîran di serdanê de bi General Ebdurrahmane Tchiani ku serokê hikumeta demkî ya bi navê Encûmena Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP) re civiyan.

Burkîna Faso û Malî ku rêveberiyên leşkerî lê wezîfedar in, berê bi daxuyaniyeke hevpar piştevaniya xwe ya bo Nîjerê ragihandibûn.

Welatên navbûrî li wê yekê jî zêde kiribû ku êrişek li dijî Nîjerê wê weke ragihandina şerê li dijî xwe bibînin.

Her du welatan li dijî destwerdanek leşkerî balafirên şer ên bi tîpa “Super Tucano” şandibûn Nîjerê.

Li Nîjerê cûnta leşkerî li ser kar e

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Yekîtiya Afrîk tevahî xebatên beşdarbûna Nîjerê da rawestandin

Back to top button