Greva giştî ya li siwêdayê di roja 6’an de ye

Çend roj in li herêmên hikumeta Şamê, ji ber buhakirina sotemeniyê, çalakî li dijî biryarên hikumetê tên lidarxistin.
Gireva giştî ya Li Siwêdayê di roja 6’an dewam dike.
Xwepêşander banga hilweşîna rejîma Esed, dikin.

Gel careke din daxwaza xwe ya 2011’an dûbare dikin.

Êdî sînaryoya wê demê careke din dûbare dibe û pêleke din ya nerazîbûnê li dijî Hikumetê bilind dibe.

Ev demeke him li şamê û him Humsê û him li Tertûs ,him jî li Ceblê û heta bi Swêda û Dera xwepêşandan tên lidarxistin.

Di wextekê de ku lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî roj bi roj bênirxdibe.

Gireva li Siwêdayê îro 6 rojan li dû xwe dihêle .

Îro danê sibê xelkê gundê Hewt حوط û gund û bajarokên din ên gundewarên Siwêdayê xwepêşandanek li dar xistin.

Di dirûşma “Bi hev re tevgereke aştiyane ji bo welatekî hêja” ev xwepêşandan pêk hat.

Bi sedan koçerên li başûrê Sûriyeyê jî tev li xwepêşandên li Siwêdayê bûn.

Her wekî şandeyek ji ciwanên Kombûna Eşîrên Başûr gihaşt qada El Seyr a li Siwêdayê.

Tev li xwepêşandanan bû û got “Koçer û Durzî yek in”.

Xwepêşander bang dikin û dibêjin ‘hilweşe rêjîma Esed.’

Banga pêkanîna sîstema ne-navendî, weke çareseriyekê dikin.

Her wekî banga pêkanîna biryara NY ya 2254 ji bo bidawîbûna şer li Sûriyê kir.

Li Derayê banga hilweşîna rêjîma Esed tê kirin

Li Derayê jî çalakiyên li dijî hikûmeta Şamê dewam dikin.

Bang li şêniyên Dera û gunedwarê wê hate kirin ku tevlî xwepêşandanên ku îro bên lidarxistin bibin.

Wê hikumeta Şamê çawa nêzî vê meselê bibe.?

Gelo vê carê Hikumeta Şamê wê bi çi rengî nêzî vê meselê bibe.?

Gelo dê sînaryoya 2011’an û heta bi niha careke din dewam bike û bi çekdarî destwerdanê li wan xwepêşandan bike.

Yan jî hinek rê û rêbazên cûda hene ku van xwepêşandaran bê deng bike.

Aloziya aborî ya li Sûriyê debara jiyanê zehmet kiriye

Back to top button