Şîrketa Newroz li dijî bihabûna kel û pelan hewldanên xwe didomîne

Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li keysbaziya hin bazirganan bigire û bi nirxeke kêm pêwîstiyên jiyanê ji gel re peyda bike, kampanya Newroz vekiriye. Ji rêveberên wê Ciwan Şukrî eşkere kir ew ê şaxên xwe zêde bikin. 

Ciwan Şukrî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi buhayên herî guncaw pêdiviyên jiyanî ji gel re dabîn bikin û got:

Marketên me di navbera saet 08.00-15.00’an de vekirî ne û guherîna nirxê dolar li buhayan nagirin.”

Ciwan Şukrî diyar kir ku ji ber piranî şênî berê xwe didin vê kampanyayê ew ê şaxên wê zêde bikin û ev agahî da:

“Ji bo ku pêdiviyên bingehîn ên rojane yên wekî şekir, madeyên paqijiyê û hwd bi hêsanî bigihîjin wan, bi giştî 19 marketên me hene.

7 li herêma Firatê, 12 jî li herêma Cizîrê ne.

Back to top button