Rêber Apo: Gelek aliyên vê êrişa komployê hene

6’ê Gulana 1996’an li Şamê dijî Rêber Apo bi wesayîteke bombebarkirî êrişek pêk hat. Rêber Apo derbarê vê êrişê de dibêje, “Ev komploya ku serokwezîra wê demê Tansû Çîller bi 50 mîlyon dolarî fînanse kiribû gelek aliyên wê hene.” Ji ber ev êriş bê encam ma êdî li dijî Rêber Apo komploya navnetewî hat destpêkirin.

Salên 1990’î û şûnde Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û her wiha şerê gerîla li bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk anîbû li ber têkçûnê.

Dewleta Tirk ku nikaribû li ber vê têkoşîna mezin bisekine, li dijî gelê Kurd serî li hemû rê û rêbazan dida.

Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, bi hezaran kes bi destên hizbulkontra hatin kuştin û bi hezaran kes hatin girtin. Lê tevî van jî dewleta Tirk nikaribû pêşî li têkoşîna gel û gerîla bigire û ev têkoşîn roj bi roj mezin dibû.

Tevî van hemû êrişan jî Rêber Apo hewl dida pirsgirêka Kurd bi danûstandin û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Lewra jî cara yekem sala 1993’an de agirbesteke yek alî ragihand.

Lê hê mehek ser agirbestê re derbas nebû bi komplo û provakasyonên dewletê, ev agirbest xirabû. Di heman demê de serokkomarê wê demê Turgut Ozal bi komployekê hat kuştin.

Êdî ji vê demê şûnde koma çete û mafya, ya bi serokatiya Tansû Çîller, Mehmet Agar, Dogan Gureş û Suleyman Demîrel li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dest bi plan û konsepteke şer kirin.

Her wiha dewleta faşîst ya Tirk tevî êrişên li ser gel û gerîla êdî berê êrişên xwe dabû ser Rêber Apo jî.

Ji lewra jî 6’ê Gulana 1996’an bi wesayîteke bombebarkirî li dijî Rêber Apo êrişek pêk hat.

Rêber Apo derbarê êrişê de vê nirxandinê dike;

“Êrişa komployê ya herî girîng a vê demê, 6’ê Gulana 1996’an li ber mala me ya qelebalix a li Şamê teqandina wesayîteke bombebarkirî ye.

Ji ber li telefona min dihate guhdarkirin, dihesibandin ku wê saetê ez li wê derê me, hatibû teqandin.

Ev komploya ku serokwezîra wê demê Tansû Çîller bi 50 mîlyon dolarî fînanse kiribû gelek aliyên wê hene.

Çeteya bi navê Sûsûrlûk, hin kesên Kurd ên ji Sûriyê û şaredarê Wêranşarê jî di nava vê komployê de cih girtibûn.”

Piştî buyerê yekser êrişa li dijî Rêber Apo û kuştina wî di dezgehên ragihandinên cîhanê de tê belavkirin.

Rêber Apo derbarê vê yekê de jî wiha dibêje;

“Hê nîv saet li ser vê teqînê re derbas nebûbû, nûçeyên ku navenda wan Londone ragihandin ku Abdullah Ocalan hatiye kuştin an jî hatiye bombebarankirin. Wan ev yek ji berê de dizanibûn.

Agahî û piştgiriya Îsraîlê jî di vê êrişê de heye.”

Piştî vê êrişa bê encam mayî, dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî û herêmî û her wiha paşverûtiya Kurd jî yekser berê êrişên xwe dan ser Rêber Apo.

Ji lewre jî bi pêşengiya Amerîkayê di sala 1998’an de peymanên Enqere-Waşhîngtonê dan destpêkirin. Piştî van peymanan êdî li dijî Rêber Apo komploya navnetewî hat destpêkirin.

Back to top button