Ukrayna..Dûman li ser kargeha Zaovstalê bilind dibe

Li Kargeha Hesin û Pola ya Azovstal dûman bilind dibe. Ji kargeha ku weke kelha dawî ya di destê leşkerên Ukrayna mayîn de, 500 sivîlên din hatin derxistin. Serokê Rûsya Putin jî got: Ger leşkerên li kargehê xwe radest bikin, ew ê korîdorê vekirin. Welatên rojava ji bo Ukrayna bêtirî 6 milyar euro yên din alîkarî berhev kirin.

Li Ukrayna şerê herî dijwar li vir pêk tê.

Ev der kargeha Azovstal ya bajarê Mariupolê ya dikeve başûr-rojhilatê welat e.

Li vir hêzên Ukrayna ji bo pêşîgirtina leşkerên Rûsya bigre, şerekî dijwar dikin.

72 rojin ev şer li welat didome.

Ukraynayê ragihand ku duh bi operasyona ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşengiya wê dike, 500 sivîlên din jî hatin derxistin.

Hat ragihandin ku dê îro sêyemîn operasyona derxistina sivîlan pêk were.

Ji şêwirmendên sereke yên Zelensky, Andriy Yermak got, wan duh “operasyonek tevlihev” pêk anîn;

Ji bo rizgarkirina hemû sivîl û leşkeran em ê tevahî hewildanên xwe pêk bînin.

Em spasiya NY dikin li ser vê xebatê bi mere dibe alîkar.

Cîgira serokwezîrê Ukraynayê Irina Vereshchuk duh ragihandibû ku operasyona îro dê li ser kesên ku di nava kargehê de asê mane, were rawestin.

Vereshchuk ji ajansa AFP’ê re ragihand ku kesên ji Mariupolê bêne derxistin wê ber bi bajarê Zaparojiya ve werin şandin.

Putin: Ger leşker xwe radest bikin wê korîdor vebe

Ji aliyê din ve Serokê Rûsya Vladimir Putin diyar kir ku hêzên Rûsyayê amade ne ku korîdoreke bi ewle ya tehliyekirina hemû sivîlan pêk bînin.

Lê ji bo vêyekê divê leşker despêkê xwe radest bikin.

Tê texmînkirin ku nêzî 200 sivîlî li kargehê de ne.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got; Ji bo ku mirov ji vir derbikevin divê her tiştê pêwîst bê kirin.

NY: Nêzî 12 milyon û 800 hezar kes ji Ukrayna koçber bûne

NY ragihand ku ji ber şerê li welat dewam dike, heta niha nêzî 12 milyon û 800 hezar kes koçber bûne.

Putin li Mariupolê serkeftin ragihand û ferman da leşkerên xwe ku li şûna kontrolkirina herêma pîşesaziyê ku ji bo di dema Şerê Sar de wekî baregeha nukleerî hatî çêkirin, ketin û derketinê asteng bikin.

Duh di bin serokatiya NY de agirbesta sê rojan pêk hat û yekem car ji 500 kesî hatin derxistin.

Lê hêzên Ukraynayê, wek leşkerên Azov, hin deryavan, hêzên sînor û polîsên ku li kargehê mane, gotin êrîşên Rûsyayê dewam dikin.

Kremlinê ragihand ku korîdora mirovî a di çarçoveya agirbesta sê rojan de, doh dest pê kirî, hatiye vekirin.

Di kargehê de herî kêm 20 zarok hene;

Tê gotin ku xwarin û av bi lez kêm dibe.

Ji bo Ukrayna 6,1 milyar euro alîkarî hat komkirin

Li aliyekî din, di konferansa ku Polonya û Swêd li paytexta Polonya Warşow hatî organîze kirin de, ji bo alîkariya Ukraynayê 6,1 milyar euro alîkarî hat berhevkirin.

Back to top button