Li Birêzîlyayê piştî 35 salan qebîleyan mafê xwe girin

Li Dadgeha Brezîlyayê Qebîleyên ku daxwaza mafê xwe dikirin piştî 35 salan bi ser ketin.
Dadgeha Federal a Bilind (STF) diyar kir biryar qanûna statuya parastina axa xwecihiyan bisînor dike neqanûnî ye.
Ev biriya dadgehê ji aliyê welatiyên Brezîlyayê yên ji qebîleyên cihê ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Li Brezîlyayê Dadgeha Federal a Bilind (STF) biryar da ku qanûna statuya parastina axa xwecihan bisînor dike neqanûnî ye.

Ev biriya dadgehê ji aliyê welatiyên Brezîlyayê yên ji Qebîleyên cuda ve bi awayekî erênê hate dîtin û pîroz kirin.

Li Dadagehê ji 11 dadweran 9’an li dijî biryara ku mafên gelên xwecihî asteng dike derketin.

Ev biryar 1988’an di Destûra Bingehîn a Brezîlyayê de hatibû girtin.

Dadweran biryara berê weke binpêkirina mafên gelên xwecihî destnîşan kirin û gotin:

“Divê ev biryar were rakirin.”

Sînordarkirina qala wê tê kirin, beriya 35 salî ji aliyê lobiyên bihêz yên çandinî û kar ve pêk hatibû.

Gelên xwecihî yên axên wan ji dest hatibûn girtin jî ji wê demê ve daxwaza mafê xwe dikirin.

Her wiha ew ax weke beşeke ji axa qebîleyan nedihate dîtin.

Lê îro ew biryar hat rakirin.

Di dema dengdanê de du dadweran ji bo sînordarkirina qebîleyan dengê erê bikar anî.

Dadweran diyar kirin ku ew dixwazin nakokiyên axê bi dawî bikin û ewlehiyê bidin cotkaran.

Lê bi zêdeyî 9 dengan qebîleyan karîbûn mafê xwe bigirn.

Li gorî serjimêriya herî dawî, nêzîkê 1.6 mîlyon mirovên xwecihî li Brezîlyayê dijîn.

Lê gelek kes ji ber metirsiyên weke kolberên korsan, operatorên madenên neqanûnî û gelek mijarên cuda koçber dibin.

Back to top button