Azerbeycan ji bo Ermeniyên çek danîn plana efûyê dike

Rêveberiya Bakûyê dazanîn ku ji bo leşkerên li Qerebaxê çekên xwe danîne, efûyek hatiye pêşbînîkirin.
Di Konseya Ewlekariyê ya NY de, Azerbaycan û Ermenîstan ji rewşa heyî hev sûcdar kirin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan jî got: Em amade ne ’40 hezar malbatan’ bi rengê penaber pêşwazî bikin.

Piştî bidawîhatina operasyona leşkerî ya Azerbaycanê li ser Qerebaxê, Bakû xebatên xwe yên ji bo kontrolkirina tam li herêmê û entegre-kirina Qerebaxê didomîne.

Tevî ku hin komên çekdar ên li herêma Qerebaxê ragihandin ku ew ê berxwedanê bidomînin jî, Şêwirmendê Serokomarê Azerbaycanê Hikmet Haciyev diyar kir ku ew ji bo ermeniyên Qerebaxê yên ku çekên xwe danîne efûyê difikirin.

Haciyev ji Reutersê re axivî û diyar kir ku wan ji bo leşker û şervanên berê jî efû xistiye rojevê.

Ermenistan Azerbaycanê bi “Paqijiya Etnîkî” tawanbar dike

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemê bi rojeva Qerebaxê civiya.

Di civînê de di navbera wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê de gotûbêj hatin kirin.

Wezîrê Ermenîstanê Ararat Mîr-zoyan got;

“Tundî û hovîtî” ya operasyona leşkerî ya Azerbaycanê nîşan dide ku armanc “temamkirina paqijiya etnîkî ye”.

Mîrzoyan anî ziman ku êdî du aliyên şer nînin, dagirker û mexdûrên wan hene û dibêje,

Rastî metirsiya çewisandinê heye.

Wezîrê Ermenîstanê wiha domand:

Di operasyona leşkerî ya Azerbaycanê de “li tevahiya herêmê çekên giran, moşek û bombeyên goşeyî yên qedexe, bi awayekî tund û bêserûber hatin karanîn.”

Wezîrê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov Konseya Ewlekariyê ya NY bi alîgiriyê sûcdar kir û destnîşan kir ku Ermenîstanê ji mêj ve li Qerebaxê “cudaxwaziyê teşwîq kiriye”.

Êrîşa dawî ya Azerbaycanê bû cihê fikaran ku 120 hezar kesên li Qerebaxê bi rengekî komî koç bikin.

Lê belê Ermenistanê ragihand ku veguhastina komî wê neyê kirin.

Paşinyan: Em amadene 40 hezar malbatî weke penaber pêşwazî bikin

Li gel vê yekê Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan anî ziman ku welatê wî amade ye ’40 hezar malbatan’ bi rengê penaber pêşwazî bike.

Rayedarekî êvara Çarşemê diyar kiribû ku jin, zarok û extiyar jî di nav de zêdeyî 10 hezar kes hatine veguhastin.

Azerbaycanê di 19’ê Îlonê de li Qerebaxê dest bi şerekî nû kir.

Piştî 26 saetan di roja Çarşemê de agirbest hate ragihandin.

Di encaam êrîşa Azerbaycanê de herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan, 400 kes jî birîndar bûn.

Ermenî ji herêma Qerebaxa Çiyayî tên derxistin

Back to top button