Ermenî ji herêma Qerebaxa Çiyayî tên derxistin

Hikumeta Azerbeycanê ya êrişî Qerebaxa Çiyayî kir, daxwazên xwe pêk tîne.
Piştî agirbesta li Qerebaxê gelek Ermenî herêmê terk dikin.
Li ser herêmên ketine bin kontrola Azerbeycan û şêwazê rêveberiya wê danûstandin pêk tên.
Rûsya jî tenê weke leşker li wir e.

Piştî ku Azerbeycanê ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Qerebaxê bi dawî bûye, derketina ji herêmê dewam dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro danê sibê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên aştîparêz ên rûsî yên li Qerebaxa Çiyayê bi cih bûne, karî nêzî 5 hezar ermeniyên ku li herêmê dijîn ji bo cihên ewle veguhêze.

Berpirsê mafên mirovan ê rêveberiya Qerebaxa Çiyayî ku ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê naskirin Gegam Stepanyan jî diyar kir ku li herêmê ji gelek wargehên koçberkirinê tên derxistin.

Tê diyarkirin ku Ermeniyên li herêmê ji ber ji cih û warên xwe bên sirgûnkirin an jî di bin desthilatdariya Azeriyan de bijîn bi fikar in.

Çavdêr diyar dikin ku piraniya ermeniyên li Qerebaxa Çiya ku nifûsa xwe nêzî 120 hezar e, dibe ku ji herêmê derkevin.

Qerebaxa Çiyayî ku li gorî hiqûqa navneteweyî di nav axa Azerbaycanê de dimîne, lê nifûsa wê piranî ji Ermeniyan pêk tê.

Ev herêm ji destpêka salên 1990’î ve di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de dibe sedema aloziyê.

Azerbeycanê ragihand ku roja Sêşemê li Qerebaxê dest bi êrişê kiriye.

Hikumeta Bakû piştî şerê 26 saetan karî bigihêje armanca xwe.

Li Yevlahê danûstandinan dest pê kir

Di vê navberê de, piştî şer bidawî bû, di navbera rêveberiya Êrîvan û Bakuyê de, danûstandina yekem li Yevlah a Qerebaxê pêk hat.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh diyar kir ku “Azerbaycanê li herêmê serweriya xwe ji nûve ava kiriye.”

YE ji bo Ermeniyan ji bakuyê “garantiya ewlehiyê” xwest

Li aliyekî din li gorî agahiyên ku dîplomatekî payebilind ê YE dayî, Serokê Konseya YE Charles Michel bi Aliyev re hevdîtin pêk anî.

Michel ji Aliyev daxwaza garantiya ewlehiya Ermeniyên li Qerebaxê kiriye.

Ji 1990’î ve li herêma qala mijarê, di navbera herdû welatan de alozî heye.

Herî dawî di Îlona 2020’an de ji ber şerê pêk hatî, Êrîvanê ji sedî 70 xaka li herêmê ji dest da.

Di encama peymana agirbestê ya hat îmzekirin de hêzên aştiyê yên Rûsyayê li herêmê hatin bicihkirin.

Li herêma Qerebaxa Çiyayî agirbest pêk hat

Back to top button