Dewleta Tirk li Kerkûkê kesên çekdar kiribû daxist qadê

Di demekî ku li nava Iraqê rewş aloz bûye de, dewleta Tirk jî li pey keysbaziyê ye.
Komên çeteyên ku dewleta Tirk weke Tirkmen wan dide naskirin, biçek kiriye û daxistiye nava Kerkûkê.
Serokê Berê yê Eniya Tirkmen Erşed Salihiyê nijadperest şevê din Tirkmenên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine çekdar kirin daxist qadê.
Di peyamên dayî de jî careke din bi awayeke sergirtî gefê li Kurdan dixwe.

Dewleta Tirk ya bi piştgiriya êrîşên DAIŞ’ê ya dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikir, êrîşên 2014’an jixwere veguherand fersendekî û baregehên yên xwe yên li herêmê zêde kir.

Bi berdewamî bi awayeke veşartî û derqanûnî Tirkmenên ser bi Eniya Tirkmen a nijadperest li Iraqê çekdar kir û perwerde kir.

Piştî aloziya li Iraqê û metirsiya şerê navxweyî li Iraqê balkêşe Erşed Salihi yê bi dijminahiya li Kurdan tê nasîn careke din ket tevgerê.

Dîsan Tirkmenên çekdar kirine û yên bi navê Heşdî Tirkmenî û heta yên di nava artêşa Iraqê de jî li dora xwe kom kir û li Kerkûkê meydan xwend û dest bi gefa kir.

Erşed Salihî yê weke berpirsê Kerkûkê di axive wiha dibêje:

“Dostên van egîdan bibînin bila kêfxweş bibin, dijmin jî bitirse, Kerkûk dibin çavdêriya Hêzên Parastina Kerkûkê ya Tirkmenan de hîn bi ewletire.

Di vê aloziya li Iraqê de wê Kerkûk dibin kontrola me de be!”

Balkêşe tevî ku ti wezîfeyeke Erşed Salihî ya leşkerî nîne jî, hêzên Tirkmen yên di nava artêşa Iraqê de û çek û wesayîtên leşkerî yên di destê Tirkmenan de jî ji bo xwe bikar tîne û peyam dide.

Ev jî îşareteke metirsîdare û dide nîşan ku aloziya li Iraqê wê ji bo Kurdan û ji bo gelên herêmê jî xetereyên cidî li gel xwe bîne.

Back to top button