Yekîtiya Ewropa li çareseriyeke bo nirxê elektirîkê digere

Bihayên elektrîkê li welatên Yekîtiya Ewropayê bi rêjeyeke bilind zêde dibe.
Sedem jî pergala ku bihayê elektirîkê diyar dike ye.
Seroka Komîsyona YE yê Von Der Leyen da zanîn ku wê sala bê ji bo sîstem biçin reformê.

Yekitiya Ewropayê (YE) piştî zêdebûna rekor a bihaya elektirîkê ku nayê kontrolkirin û welatiyan dixe nava fikaran, hefteya bê wê bi lezgînî bicive.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku Komîsyon li ser girtina tedbîrên lezgîn û reformên di bazara elektrîkê de dixebite.

Von der Leyen ragihand ku wezîrên enerjiyê yên YE wê di 9’ê Îlonê de li paytexta Komara Çekya Praga ya serokatiya demkî ya yekîtiye dike bi awayekî lezgîn bicivin.

Ursula von der Leyen di konferansek navneteweyî ya li Slovenya de axivî û destnîşan kir ku geşbûna bihayên elektrîkê eşkere kir ku bazara ku ji bo şert û mercên din pêşketiye digihîje sînorên xwe.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku ji bo daketina nirxê elektirîkê pêwistî bi guhertinên pêwist heye û got:

“Nabe bihayên elektrîkê yên heyî werin parastin.”

Bihayên elektrîkê yên li Ewropayê li sûka ku elektrîka ji çavkaniyên cuda tê hilberandin tê diyarkirin.

Ji ber zêdebûna rekora elektrîka ku ji gaza xwezayî tê hilberandin, dem bi dem tê xebitandin.

Komisyona YE heta niha derbarê reforma ku dixwazin di nirxê elektirêkê de pêk bînin jî plana xwe eşkere nekiriye.

Endamên Yekîtiya Ewropayê yên wekî Yewnanîstan û Spanya bi mehan e daxwaza destwerdana bazaran dikin.

Ji ber nerazîbûna Almanya ku yek ji welatên pêşeng ên YE ye, heta niha daxwazên van welatan nehatibû bicihanîn.

Scholz got,

Ji ber encamên şerê Ukraynayê êdî em ji reforman re vekirîtir in.

Scholz di civîneke çapemeniyê de ligel hevkarê xwe Petr Fiala di serdana xwe ya bo Çekyayê de axivî û diyar kir ku ew li YEyê biryarên bileztir digirin.

Serokwezîrê Çekyayê Fiala got;

Diyarkirina buhayên elektrîkê bêyî gaza xwezayî dikare bibe alternatîfek.

Fiala her wiha banga dirêjkirina bikaranîna santralên nukleerî kir da ku zivistana tê derbas bikin.

Almanya xwe amade dike ku sê santralên xwe yên dawîn ên nukleerî di dawiya salê de bigire.

Berî niha serokwezîrê Awisturya Karl Nehammer daxwaz kiribû ku bihayê elektrîkê li seranserê YEyê ji gaza xwezayî serbixwe bê diyarkirin.

Nehammer got;

Tenê wê demê bihayê yekîneya elektrîkê wê nêzîkî bihayê ku ji hêla lêçûnên hilberînê ve hatî destnîşankirin bibe.

Back to top button