Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ciwanekî ji qebîleya Bedû revandin.
Hat ragihandin, çeteyên koma bi navê Ehrar El Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker girtin ser gundê Emayîr ê Girê Spî û ciwanê bi navê Tewfîq Eyada El Hilût yê 25)salî yê ji qebîleya Bedû ya eşîra Şimêlat revandin.
Hat diyar kirin çeteyan ciwanê revandin birine cihekî ne diyar û aqubeta wî nayê zanîn.
Ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve di sala 2019’an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên talankirin, kuştin û revandin ji bo standina fîdye pêk tînin.
Beriya çend rojan çeteyan ciwanekî bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji eşîra Ceys ya Ereb kuştibûn û li gundê Hemam Tirkmen 13 welatî revandibûn.