Salvegera şehadeta Jîna Emînî kolanên Îranê bêdeng kir

Bi boneya salvegera yekem a şehadeta Jîna Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel dest bi çalakyan kir.
Li gelek bajaran welatiyan gireva giştî ragihandin. Dikan nehatin vekirin û kes neçû ser kar.
Dewleta Îranê ji bo astengkirina çalakiyan gelek hêzên ewlekariyê li nav bajaran bicih kir.
Her wiha bavê Jîna Emînî jî ji aliyên hêzên Îranê ve hat binçav kirin û paşê hepsa malê lê hate birîn.

Kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro bêdengin.

Vê bêdengiyê metirsiya di dilê dewleta Îranê de ji heroj zêdetir kiriye.

Salek piştî şehadeta Jîna Emînî û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ îro careke din gel di nava çalakiyan de bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê dikan venebûn û kes neçû ser kar

Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê gel dest bi greva giştî kir.

Xebatkar û Dikandar neçûn ser kar û bazar girtî man.

Li bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye, Mahabad greva giştî heye.

Lewma li Rojhilat û Îranê di danê sibehê de bêdengî serwer bû.

Di nava wê bêdengiyê de gel xwe ji bo meş û çalakiyên giştî amade dikirin.

Hêzên Îranê di nava tevgerê de ne

Hêzên Îranê jî ji dohve ji bo astengkirina çalakiyan di nava tevgerê de ne.

Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê yên Îranê li gelek deveran belav bûne.

Her wiha rêyên ku diçin bajarê Seqizê jî hatine girtin.

Weke di dîmenan de jî xuya dike tevgereke zêde a hêzên Îranê heye.

Hêzên Îranê bavê Jîna Emînî binçav kirin

Li aliyê din zextên li ser malbata Jîna Emînî jî zêde bûne.

Hêzên dewletê Emced Emînî bavê Jîna Emînî, dema ku ji mala xwe ya li bajarê Seqizê derket binçav kirin.

Hate ragihandinê ku di binçavkirina bi armanca tirsandinê de ji bavê Jîna hatiye xwastin ku ji malê dernekeve.

Lewma jî qedexeya derketina derve li ser wî hatiye dayîn.

Back to top button