Li Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hat destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyeke konvedanê bi dirûşma “Azadiya Serok Apo misogeriya Aştiyê li Rojhilata Navîn e” li dar xist.
Wê ev çalakî du rojan berdewam bike.

Li hember tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo çalakî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dirbêsiyê çalakiya konvedanê li dar xist.

Îro bi sedan şêniyên navçeyê û endamên sazi û partiyan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Kermî Danyel Şêxî axivî û got:

“Bi saya raman û felsefeya Rêber Apo a biratiya gelan, pêkhateyên herêmê di nav ewlehiyê û aramiyê de ne.”

Danyel li hember tevahî aliyên li dijî vê projeyê ne banga berxwedanê û birêxistinkirinê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk, kir.

Çalakiya konvedanê wê du rojan berdewam bike û bi xwepêşandanekê bi dawî bibe.

Tirbespiyê-Ciwan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Back to top button