Tirs û xofa desthilatê ji serhildana Jin Jiyan AzadÎ

‘Jin, Jiyan, Azadî’.. Felsefeya ku hemû cîhan û textê zaliman hejandî.
Serhildana “Jin Jiyan Azadî” salek li du xwe hişt. Di dîroka Îranê de cara yekem xwepêşandanek wiha salek li dû xwe hiştiye. Ev serhildan di gelek aliyan de xwedî destpêk û cûdahî bû. Bi pêşengtiya jin tevahî gel li dijî zilm û desthilatdariyê rabûm ser piyan.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyek e ku li hemû cîhanê belav bûye .

Ramanek e ku textê hemû rejîmên zalim û faşîst hejandiye ku ji deng û şêwaza tîpên wê jî ditirsin.

Çareseriya radîkal a pevçûn û bêedaletiya hezaran salan a li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Şehîdbûna jina kurd Jîna Emînî çiruska yekem ya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû.

Jîna Emînî di 13’ê Îlona 2022 an de ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ve hate binçavkirin u sehidxistin.

Piştî şehîdbûna Jîna Emînî, çiruska yekem a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêket û Jîna bû sembola Serhildanê.

Bi pêşengtiya jinên Kurd û tevahî gelên Îranê, Serhildane destpê kir.

Rejîma Îranê ji berê de û bi taybet di dema Serhildanê de hemû şêwazên kuştin û şîdetê bikaranî.

Di dibistanan de tedbîrên herî tund li hember xwendevanên keç girt.

Bi qestî wan bi av û vexwarinê jehrî kir, êrişên destpêkê jî li ser bajarên Rojhilat bûn.

524 Kesan jiyana xwe ji dest dan

Piştî qetilkirina Jîna Emînî di serî de Îran li gelek deverên cîhanê jin daketin qadan.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) raghand:

Ku heta 15’ê Çileya 2023’an li Îranê di serhildanê de 71 jê zarok 524 kes hatin kuştin.

Heta 15’ê Çileya 2023’an ji ber çalakiyên şermezarkirinê 19 hezar û 401 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê dadgehan ve 724 kes bi îdîaya pêwendiya xwe bi çalakiyan heye hatin mehkûmkirin.

Li gel van li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê:

Rejîma Îranê di nava çar mehên destpêkê yên sala 2023’yan de herî kêm 199 kesan darvekiriye .

Li gorî van amaran derdikeve ku her 6 saetan kesek ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.

Niha jî di salvegera yekem a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dewleta îranê dest bi girtina kiriye.

Li beramberî vê yekê jin û welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang û dirûşmeyan dikin.

Back to top button