Salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî”

Koordînasyona KJK’ê, ‘Insiyatîfa Jin, Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin’ Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)
Di salvegera yekemîn a şehadeta Jîna Emînî de daxuyaniyê nivîskî weşandin û bang li Jinan kirin ku di salvegera serhildanê de li qadan bin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera şehîdxistina Jîna Emînî daxwiyaniyek nivîskî da û got :

” Divê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe hêza pêşeng a jiyan, têkoşîn û rêxistinbûnê.”

”Jîna Emînî koletiya li ser jinên Îranê qebûl nedikir”

KJK’ê diyar kir ku Jîna Emînî koletiya li Îranê tê ferzkirin, qebûl nekir ji ber wê hate şehîdxistin:

“Ev berxwedan, bi wêrekiya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derketiye holê.

”Têkoşîna azadiya jinan li ser esasê felsefeya Jin Jiyan Azadî ava bûye”

Artêşbûna jinan, îdeolojiya jinan, bi perspektîfa jineolojiyê mêzin dibe, bandora wê roj bi roj zêdetir dibe û belav dibe.

Têkoşîna Azadiya Jinan ku li Kurdistanê derketiye holê, li ser esasê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê ava bûye û bi pêş ve çûye. ”

”Berxwedana Jîna Emînî wê bibe nîşaneya avakirina jiyanê”

KJK’ê da zanîn ku berxwedana Jîna Emînî wê bibe nîşaneya avakirina hişmendiyek bi rêxistinkirî û û bang li her kesî kir û dakevin qadan .

”Em têkoşîna jinan ji bo serxistia serhildana keziya silav dikin”

Di heman çarçoveyê de ‘Insiyatîfa Jin, Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin’ jî bi boneya heman rojê daxuyanî da.

Însiyatîfê bang li hemû jinan kur ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yekîtiya xwe avabikin û li ser esasê felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezin bikin.

RJAK: Serhildana Jin Jiyan Azadî bû manîfestoyek li Rojhilata Navîn û cîhanê

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) jî ragihand ku Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû manîfestoyek di Rojhilata Navîn û cîhanê de û wiha got:

“Her çendî bi êşbe jî, Jîna Emînî ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kir û li tevahî cîhanê belav kir, bû avakera ruhê hevgirtinê li dijî faşîzm û desthilatdariyê.”

RJAK’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rêber Apo pîroz kir û ûdi şexsê Jîna Emînî de, tevahî jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe fedakirîn bi bîranî.

RJAK’ê da zanîn ku Jîna Emînî ji bo vîn û azadiya xwe wekî jineke serê xwe, ji ketxwariya dîrokê û hişmendiya faşîst re netewand.

Wê jî dizanî ku berdelê azadiyê girane, lê we helwestek comerdane nîşan da û wiha dewam kir:

“Rêber Apo dibêje, eger azadî hêsanbûya Bêrîvan û Ronahiyan xwe ne di şewitandin”

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû manîfestoyek di Rojhilata Navîn û cîhanê de.

Back to top button