Li Iraqê 200 Kesên qedexe pêkneanîn hatin binçavkirin

Li çar perçeyên Kurdistanê û welatên ku tê de jî vîrûs bandorê dike.

Li Tirkiyê jî 9 kesên din bi vîrûsê mirin.

Li Îranê ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê gelek riyên şaş tên bikaranîn.

Ji ber vexwarin alkolê 240 kes mirin.

Li welatên herêmê jî vîrûs bandorê li tevgera asayî ya jiyan dike.

Li Iraqê, wezareta tenduristiyê mirina 3 kesan raghand û diyar kir ku tevî qedexeya çûnûhatinê, 15 kesên din bi vîrûsê ketine.

Bi vê yekê jimara qurbanên vîrûsê li Iraqê dibe 17 û jimara kesên bi vîrûsê ketine jî dibe 208.

Her wiha li Bexdayê jî 200 kesên ku biryara qedexeya derketinê pêk neanîn, hatin binçavkirin.

Li Tirkiyê jimara qurbaniyan derket 9’an

Li Tirkiyê jî hîna daneyên rast ên derbarê vîrûsê bi gel û raya giştî re nayên parvekirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê diyar kir ku li Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsê ketine bûye 670 û jimara miriyan jî derketiye 9 kesan.

Malbatên girtiyên nexweş: Divê hemû girtî tavilê bên berdan

Li Bakurê Kurdistanê jî Malbatên girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin û xwestin di destpêkê de girtiyen nexweş û hemû girtî tavilê werin berdan.

Şiyar guldîken:Girtî divê demildest werin berdan

Hevserokê Şûbeya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê Şiyar Gul-dîken diyar kir ku eger girtiyek bi vîrûsa coronayê bikev sûcdar dewleta Tirk e.

Li Îranê 123 kesan jiyana xwe ji dest da

Her roja diçe li Îranê jimara kesên bi vîrûsê dikevin, zêde dibe.

Li gorî Wezareta Tenduristiya Îranê îro 123 kesên din bi vîrûsê mirine

Bi vê re heya niha li Îranê hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Îranê 240 kes ji ber vexwarina alkolê mirin

Li Îranê ji ber metiriya vîrûsê gelek riyên şaş ên parastinê tê bikaranîn.

Gelek welatî di wê baweriyê dene, vexwarina madeyên alkolê pêşî li vîrûsê digrin.

Lê bijîşk bi ti awayek vexwarina madeyên bi alkol tercîh nakin.

Li gorî Wezareta Tenduristiya îranê, di encama bikaranîna alkolê de, heya niha li Îranê zêdetirî 240 kes mirine û bi sedan kes jî bi jehrî ketine.

Li gorî heman çavkaniyê, nîvê kesên mirîn, li parêzgeha Faris û Xuzistanê ne.

Back to top button