21’ê Adarê roja vejîna gelên bin dest

Agirê Newrozê, tevî zextên dagirkerên Kurdistanê, ev 2 hezar û 632 sal in tê pêxistin….

Newroz cejneke neteweyî ye û nîşana serhildana Kurdan li dijî dijminan û têkbirina zilmê ye.

Di serî de gelê Kurd, gelên din jî her sal li seranserê cîhanê di 21’ê Adarê de, Cejna Newrozê pîroz dikin.

Roja Newrozê di 21`ê Adarê de wekî rojeke niştîmanî û neteweyî ji kurdan re tê pejrandin.

El-Ferdewsî di ” destana Qiralan- Şahname de, behsa qehremanê Kurd “Kawayê Hesinkar”yê ku berxwedaniya wî li dijî qiralê bi navê “Ezdehak” bi ser dikeve, dike.

Lê bûyera Newroz ya rastîn ew e ku Di 21’ê Adara sala 612’an B.Z de , Med li hember zulm û zordestiya hakimê Nînowa bi ser ketin.

Hemû Helbestvan û wêjevanên Kurd ji bo vejîna doza Kurdî ji qirkirin û çewisandinê di berhemên xwe de girîngiya roja Newrozê anîn ziman.

Di 21`ê Adarê de gelê Kurd nasnameya xwe û kevneşopiyên xwe yên filoklorî pêk tînin û vîna xwe ya netewî jî nîşan didin.

Lê ne tenê gelê Kurd cejna Newrozê pîroz dike, her wiha gelên Fars, Azerî, Beştûn û welatên Turkmenistan, Tacekistan, Ozbekistan, Qirxîzistan û Kazaxistanê, vê cejnê pîroz dikin.

UNESCO: 300 milyon li seranserî cîhanê Newroz pîroz dikin

Di Sibata 2010`an de, UNESCO`yê roja 21`ê Adarê wekî “Roja Newrozê ya Navdewletî” pejirand.

Li gorî UNESCO, derdora 300 milyon kes li seranserê cîhanê, cejna Newrozê pîroz dikin.

Dagirkeriyên Kurdistanê cejna Newroz qedex kirbûn

Ji ber sedemên neteweyî û gelek sedemên din hikumetên dagirkerên Kurdistanê yên Tirkiyê, Sûriyê, Îran û Îraqê cejna Newrozê qedexe kirin.

Lewra pîrozbahî bi awayekî veşartî yan jî di bin navê munesebeteke din dihat pîrozkirin.

Li Tirkiyê berxwedana Şehîd Mazlûm Dogan di zindana Amedê de û agirberdana bedena xwe di şeva Newroza sala 1982`an de, careke din pîrozkirina cejnê li bakurê Kurdistanê vejand.

Li Sûriyê jî pîrozkirina Newrozê qedexe bû.

Di Newroza 1986`an de cara yekemîn Kurdên Şamê ji bo pîrozkirina cejne daketin kolanan, lê belê hêzên ewlekariyê yen rejima suriye mudaxele kirin û welatiyê bi navê Silêman Adî şehîd xistin.

Di sala 1988`an de, rejîma Baasê biryara hejmar 104 derxist ku roja 21`ê Adarê, wekî cejneke fermî ya dayikan dipejirîne.

Lê rejîma Baasê zordarî li ser kesên Newrozê pîroz dikin, zêde kir.

Rewşenbîrên ku şahidiya tengavkirina rejîmê ji pîrozbahiyên Newrozê re kirin, diyar dikin ku ji ber Newroz sembûleke dîrokî û xwedî pîrozî ye, sîstemên faşîst gelê Kurd bi veqetîna axê tewanbar dikin.

Piştî ragihandina sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur u rojhilate suriye, hemû pêkhate û gelên Rojava yên ku mudela demokrasiyê li herêmê temsîl dikin, bi azadi beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibin.

Back to top button