Duh di saetên êvarî de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Meranaz ê Navçeya Şer a Efrînê topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Meranaz ê navçeya Şera û gundê Hirbelê yê Şehbayê jî bi obusan topbaran kir.
Li aliyekî din balafirên keşfê li ser heremê geriyan.
Duh Nûçegihana me ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî bejahî êrîşî tepê Radar ê herêma Babê yê Şehbayê kir, HRE’ê êrîş şikandin.