Rejîmê 2 bajarok bi dest xistin û nuqteyek dewleta Tirk dorpêç kir

Pi bêşketina Rêjîma Sûrî bi desteka Rûsyayê re, du herêmên din bi dest xistin û nuqteyeke din a dewleta Tirk dorpêç kir.

Bi vê pêşketinê re, Rêjîmê bajarokê Armaniya û Mere Hitat bi dest xistin û nuqteya Tirkiyê ya bi navê çavdêriyê,hat dorpêçkirin.

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ragihand ku artêşa Tirk hebûna xwe li dora bajarokê Seraqib bi hêz dike û navendeke leşkerî ava dike.

Li gorî çavdêriyê, Tirkiyê tank, wesayîtên zirxî û derdora 20 leşker li deriyê têketina gundê Keferamîm ê li rojhilatê bajarokê Seraqibê bi cih kirin.

Nûçegihanê me li Helebê jî ragihand ku, şerê li derdora bajarê Helebê didome û komên çete hewl didin li aliyê Bakurê Helebê bi pêş bikevin.

Back to top button