Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Deham El-Elî oxir kir

Şêniyên Minbicê jî bi merasîmekê cenazeya şervanê Meclisa Minbicê ya Leşkerî Deham Memduh Elî li goristana şehîdan a li Minbicê oxir kir.

Bi sedan şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî ên rêvberiya bajêr tevlî merasîma oxirikirina Şehîd Deham Memduh bûn.

Di merasîmê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdilrehman Benawî, Endama Meclisa Malbatn Şehîdan Hesnaa Daher, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Cuma Heyder û li ser navê malbata Şehîd Deham birayê wî Ehmed Elî axivî.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwstin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, şêniyan cenazeya şehîd spartin axê.

Back to top button