Ciwanên Tebqa bi daxuyaniyekê îxaneta PDK’ê şermezar kir

Ji bo îxaneta PDK’ê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê meşeke girseyî li darxist û piştrast kir ku xweparastin û parastina dayikên şehîdan erkek e.

Meş li bajarokê Cirniyê yê bakurê Tebqayê bi tevlêbûna bi dehan welatî û gelek saziyên sivîl û siyasî yên bajarok û gundewaran lidarket.

Girse ji pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê ve dest pê kir û ber bi kolana sereke ya ber bi yarîgehê ve ketin rê.

Şêniyan pankartên “Ciwanên şoreşger nûnertiya gel û şoreşê dikin” û “Li hemberî îxaneta PDK`ê serî hildin” rakirin.

Di dawiyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tawanên li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên parastina dayikên şehîdan ên li pêşiya dergeha Sêmalkayê hate redkirin.

Ciwanan di daxuyaniyê de piştrast kir wan erka xwe ya welatparêziyê ya li hemberî gel û dayikên şehîdan ên banga wergirtina zarokên xwe yên şehîd bi cih anîne.

Back to top button